Girê Moza cihê bajarê kevnar Orkêş e, ew bajarekî bi dîrok û destanên xwe navdar e. Bi kolanên ku me kirine tekez kir ku cihê wê li bakur û rojhilatê sûriyê bû. Destpêka wê ji demek dûr ya çar hezar sal beriya zayînê vedgere. Ta niha jî hinek ji aliyên wê nenaskirî ne. Orkêş navenda sereke ya Hûriyan bû. Yên ku pêşwaziya wê di destanên xwe de wekî welatê KOMARBÎ dayîka xwedawendan kirine. Û paytexta qiralekê bû ku dest datanî ser hemû navçeyên çiyayî yên bakûrî xwe. Ji ber ku li ser jêdera sifrê diket, wê jî bajar dewlemend kiribû. Niha jî wekî girekî xwezayî û weke bejarekî bi herifîna xwe hatiye veşartin xuya dike. Perçe ji kêliyên dûr yên demê bi awayekî bêtexmîn di nava komek ji avahî û qatan tevlîhev bûye. Bi riya karê meyî li vî cihê dîrokî. Girêdanên vaşartî di nava van perçeyê li Moza ji me re derdikevin ku wêneyek sergihayî ji dîmena pêşketî ya bi bajarê Orkêş girêdaî eşkere dike. |
|
Xwedangeha Komarbî li asoya herî bilind dikeve. Bermayên xwedawendgehê yên niha li dora 2400 BZ vedgere. Û bi dîtina du şêrên bironzî pir xweşik lihevhatî em guman dikin şahê ku avakiriye Têşatl e. Îro jî ji bilî dengan tiştek ji xwedawendgehê nemaye, ev denge li ser girekî çêker radibe û bêguman bermayên pêvajoyên kevintir vedişêre. |
|
Xwedawendgeh di nava alanekî fireh de bû, û perçeyên ji dîwarekî pir mezin yên derdorê hatiye dîtin, û ji pêpilka mezin ya ku beşek jê ye - ev tenê têr dike ku em hinekî bedewbûna dîmena ku pêşengan afirandine binasin. Ger em hemû xerabên ji ser qada mezin ya alanê mezin û qesra şah bi hev re girêdide hilînin. |
|
Me yê bikarîba vê dîmena xweşik bi hêsanî bidîta weke ku beriya çar hezar û pêcsed salî bû. Di pêşerojê de eger em pirojeyek mezin wek vê pêk bînin, emê bikaribin dîmenek ku niha nayê dîtin vegerînin, ev jî bi lêvegera avahiya sê alî ku bihêle ji vê dîmena bedew jiyan vejîne. |
Bi avabûna serî ji bajarê kevnar di dema navbera 2200 - 1400 BZ dîmena kevnar ji bajar hatiye guhertin. Di bin van xirbeyên li pey hev, em li ser derxistina qesra şah kar dikin, bi awayê xwe yê niha, qesir ji demek pêşketîtir ya, xwedawendgehê vedgere, nêzîka 2300 BZ. Kolan bi temamî di baskê xizmetê tenê de hatiye kirin, bi xwe baskê sereke ta cihê şah dikşîne, di bin qatên serdestiya pêvek (pêşketîtir). Ji me re komek mezin ji muherên neqişandî ku weke agahiyên dîrokî yên giranbuha li ser nivşên Horiya ku rêveberiya bajar dikirin û li ser şahejinên ji aliyê başûr hatine derxistiye, Di nava wan de keşa şahê pir bihêz "Naram sîn" şahê Ekadan yê dest dabibû ser bajarên din yê sûriya danîbû, lê destbirakê Orkêş ma. |
Abî ji nîşanên herî xuyayî di cih de ye, ew jî korteke mezin û kûr ji kevir e, ji bo banga giyanên cîhana jêrîn dihate bikaranîn û bi alîkariya têkildarekî ku karibe wergera dengên wekî dengê çûkan bike. Û bi sedema hilgirtina nirxê xwe yê olî, ev bingeh ta roja îro jî bandoreke kûr li ser mêvanan çêdike, ya ku bi meznbûn û rewşa xweyî nimûneyî ya parastî balkêş e. |
Yek ji aliyên kêmpeyda ji pirojeya me re ew rêbaza ku di piştî kolanê de em ji bo parastina avahiyê bikin. Qepaxên bi hûrgulî hatine sêwirandin wergera xêzên dîwar dike, dihêle hewş û girêkê avahiyan wek xwe û jibingeh xuya bike. Lê di bin van qepaxan de, heye ku dîwarên kelpîç derkevin, weke ku ji cara yekê beriya salan hatibû dîtin, ev jî tê wateya dê mêvan bermayên qelp yên kevin û perçekirî bibînin. Gerek em wî li kûrahiya têghiştina xwe ya çandî vegerînin. Ev biryar li ser hemû cihên kevneşopî yê sûriyê pêk tê. Lê Girê Mozan nimûneyek pir bedew û taybet dide. |
Stratîciya me ya kolanê li ser girîngiya ji destpêka pirojeyê têkiliyê dike, ev jî girîngtirîn biryar ji bo vî cihî ye. Ji ber destwerdanên nûjen bisînor in, û rewşa parastinê astên kevnar re pir baş e. Armanca me ew e ku çarçoweya nûjen a ku em ji bo cihan datînin hevgirtinek bingehîn ji bo rêsiyên şaristaniya kevnar bi awayek belgeyî vegere û ji bo pêkanîna vê armancê, amadekirina gelek taplo û rêbazin zelalkirinê (bi zimanê kurdî û erebî) rabûne. Ji bo mêvan di ne amadebûna şandeya şûnwarî jîbkaribe bi kûrahî cih binase. |
Armanca bingehîn ji pirojeya me di pêşketina weşana jimarî de çareseriya zehmetiyê domdar yên himberî weşana şûnewarî tê, û bi awayekî giştî ji karînên têkiriyê jimarî sûdwerdigre. Sîstema navdar ya bi navê" Tomara giştî ya Orkêş" (UGR) û gihandina wê bi enternêtê ji hemû têbîniyên meydanê yên dema kolanê hatine tomarkirin peda dike, ev jî dihêle ku yê xwîner rêya hatiye dîtin bitena xwe binirxîne. Li aliyê avakirina bingeha belgeyan, sîstem şêwazek nû ji vegotina jimarî re lipêş dixe. Ji têbîniyên meydanî çêbûna vegotina ji xweber pêk tê. Bi pîlaneke hûrgulî ji naverokek hûrgulî yê tabloyên yekane di kolanê de dike wêneyek ji tevahî cih re. |